Mayîn bi leskerên Sûrî de teqiya: Kustî û birîndar hene

17 October 2022 19:36 0 dîtin
Mayîn bi leskerên Sûrî de teqiya: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Derayê mayîneke vedayî bi hêzên rejîma Esed de hatiye teqandin ku di encamê de kuştî û birîndar hene.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku îro 17ê Cotmehê li ser rêya di navbera Newa û Cibêliyê yên rojavayê Derayê de, mayînek bi wesayîteke leşkerî ya “Lîwaya 112`an” ya hêzên Şamê de hat teqiyaye.

SOHRê bêyî ku hejmara wan zelal bike diyar kiriye ku di encama teqînê de hejmarek leşkerên Sûrî hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Dera wekî devera destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed tê zanîn ku her çiqas niha lihevkirinek di navbera komên herêmê û hikûmeta Şamê de heye jî bûyer dewam dikin û gelek caran alozî çêdibin.

Li gorî belgeyên SOHRê ji destpêka îsal ve li Derayê 437 êrîşên cuda pêk hatine û 373 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên rejîmê, hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” in.