Grubekî xwest ji bo Öcalan bimese lê polîs mudaxele kir: 90 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Di salvegera serokê PKKê Abdullah Öcalan ku ji Sûriyê derxistin de, li Diyarbekirê grûbekî xwest ku bimeşe lê polîs nehişt û polîs 90 kesan xiste binçav.
Sûriye, di 9ê Cotmeha sala 1998an de Öcalan ji Sûriyê derxistibû û ji bo protestokirina mijarê di nava grûba ku xwest bimeşe de hinek parlementerên DHP û YSPê jî hebûn. Di nava wan de parlementer Ömer Öcalan, Sırrı Sakık, Salihe Aydeniz, Gülistan Kılıç Koçyiğit û Ferit Şenyaşar hebûn.
Grûba xwest li Parka Koşuyoluyê hem meş û hem civîna çapemeniyê bike. Di mudaxeleya polîsan de 90 kes hatin binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin