Li Stenbolê polîs û bekçiyên ku bê belge xwestin deng bidin hatin asteng kirin

28 May 2023 10:57 0 dîtin
Li Stenbolê polîs û bekçiyên ku bê belge xwestin deng bidin hatin asteng kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku polîs û bekçiyên ku li navçeyên Kadikoy û Sariyer ên Stenbolê xwestin, bêyî belgeya fermî ya dengdanê, dengên xwe bidin ji aliyê muşahîdên sindoqan ve hatin astengkirin.

Di gera yekem hilbijartinên 14ê Gulanê de, partiyên opozîsyonên bal kişandibûn ser hîleyên hilbijartinê ku polîsên li dibistinan peywirdarkirî dubare dengên xwe bikar tînin.

Li ser van îdiayan, partiyên opozîsyonê hişyarî dabûn ku polîs û bekçiyên dema dengdanê li dibistanan hatine peywirdarkirin, divê belgeyeke wan a fermî hebe daku nikaribûn li cihekî din jî deng bidin.

Li gorî nûçeya medya Tirk, îro Yekşemê dema destpêkirina proseya dengdanê polîs û bekçîyan li navçeyên Kadikoy û Sariyer ên Stenbolê xwestine bêyî belgeya fermî û li derveyî ûsûlê deng bidin, lê ji aliyê muşahîd û serokên sindoqên hilbijartinê ve hatine astengkirin û nehiştine deng bidin.