Di 8 ê adarê de jin xwestin bimesin Taksimê lê polîs nehist
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê di roja 8 ê adarê ya jinan de hinek jin xwestin bimeşin Taksimê. Meşa wan ji Cihangirê destpêkir û dema xwestin bikevin Kolana Taksimê, polîs li ber wan bi mertal û baryeran rawestiyan. Jin baryeran ji nav rê vekişandin lê polîs bi xaza îsotê mudaxeleyê jinan kir.
Jin siet di 19.30an de li Parka Cihangirê civiyan, pankartên di destên xwe de vekirin, ji bo kesên di erdhejê de can dan rêzgirtinê kirin, lambayên telefonên xwe yên destî vekirin. Jinen ku leqayê şiddetê hatibûn û can dabûn yek bi yek navên wan xwendin.
Piştî van kiryaran jin xwestin bimeşin taxa Taksimê lê polîs nehişt û di encamê de polîs xaza îsotê bikaranî û gelek jinan xistin binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin