Polîsê qatilê Floyd derdikeve pês dadgehê: 40 sal ceza tê xwestin

08 June 2020 15:19 0 dîtin
Polîsê qatilê Floyd derdikeve pês dadgehê: 40 sal ceza tê xwestin

PeyamaKurd – Polîsê bajarê Mineapolîs a Amerîkayê Derek Chauvin ku pêl serê zilamê çermereş George Floyd kiribû û ew bi fetisandibû îro derdikeve pêşberî dadgehê.

Li demeke ku hîn protestoyên dijî nijadperestiyê û kuştina Floyd li seranserê Amerîkayê berdewam dikin, hat ragihandin ku polîsê kujerê Floyd îro di yekem danîşîna dadgehê de derdikeve pêşberî dadweriyê.

Beriya niha ji bo qatilê Floyd Derek Chauvin, wezkî sizayê asta sêyemîn doz lê hatibû vekirin ku ev rastî bertekan hatibû. Hatiye ragihandin ku wê Serdozgerê Minnesotayê Keith Ellison ji asta duyem ango bi sizayekî girantin Chauvin mehkeme bike.

Heger Chauvin li dadgehê sûcdar bê dîtin, wê herî kêm sal cezayê girtîgehê bo wî bê sepandin.

Herwiha ji bo her sê polîsên dema bûyerê li wir bûn jî bi hinceta alîkariyê di kuştina Floyd de doz bê vekirin ku niha nayê zanîn çiqas ceza bo wan bê birîn.

Ji 6ê Hezîranê ve ango piştî kuştina Floyd li bêhtirî 700 bajarok û bajarên Amerîkayê li dijî nijadperestiyê xwepêşandan têne lidarxistin.