Qatilê Parîsê derket pêsberî dadgehê û li xwe mikur hat

26 December 2022 19:21 0 dîtin
Qatilê Parîsê derket pêsberî dadgehê û li xwe mikur hat

PeyamaKurd – Qatilê 3 Kurdan ê bi navê William M. yê 69 salî ku li Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kiribû û 3 welatiyên kurd qetil kiribûn, îro 26ê Kanûnê cara yekem derket pêşberî dadgehê.

Dozgerê Fransî Laure Beccuau, ji bo êrîşkar daxwaza dadgehkirina bi awayekî girtî kir.

William M. bi tawanbariyên; sûîqesta bi hestên nijadperestî ya dijî ol û nijad û neteweyan û bê destûr dabînkirina çekan tê dadgehkirin.

Dozgeriya Parîsê daye xuyakirin ku êrîşkar mikur hatiye ku ew bi hesta nefretê tevgeriyaye û êrîş pêk anîye ku piştî diziya sala 2016an li mala wî hatiye kirin, pê re hesta kuştina koçberan û biyaniyan çêbûye.

Li gorî daxuyaniya dozger, êrîşkar roja êrîşê 23yê Kanûnê ji bo kuştina biyaniyan çûye taxa Saint-Dennis a piraniya wê koçber lê dijîn, lê ji ber ku li wir kêm kes hebûne ji plana xwe ya êrîşê vgeriyaye û herwiha derfeta wî ya dagirtina şarjora çekê çênebûye.

Dozgeriyê di berdewamê de diyar kiriye ku êrîşkar piştre bi meşê çûye herêma 10emîn a Parîsê di îfadeya xwe de gotiye, wî dizanibû li wir navendeke çandê heye û bi hêrs êrîşa xwe pêk aniye.