Qatilê polîsê Kurd li Bexdayê hat girtin

26 July 2020 14:17 0 dîtin
Qatilê polîsê Kurd li Bexdayê hat girtin

PeyamaKurd – Qatilê ku li Kerkûkê polîsekî kurd kuştibû, li Bexdayê hat desteserkirin.

Efserekî polîsan li Kerkûkê Saman Remezan ji BasNewsê re daye xuyakirin ku ew kesê ku du meh berê polîsekî kurd li Kerkûkê kuştibû, doh li Bexdayê hatiye girtin.

Efserê polîs gotiye, wî zilamî bi alîkariya jina xwe û du kesên din, piştî ku diravê wî polîsê kurd (Behcet Enwer) dizîbûn, ew polîs kuştibûn.

Herwiha hat diyarkirin ku beriya niha jina wî zilamî hatibû girtin ku mêrê wê tohmetbarê serekî yê kuştina polîsê kurd bû.