Grûbên çekdar li Efrînê 220 darên zeytûnan hilkirin
PeyamaKurd - Grûbên çekdar li Efrînê ji bo lêgerînên cihên dîrokî û dîtina entîqeyan, darên zeytûnan hildikirin û ew hilkirin hê jî berdewam dike.
Jêderekî ji Efrînê ragihand, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve bi wesaîtên kolandinê yên mezin dest bi kolandina girê li gundê Kela kirine û dora 220 darên zeytûnê yên li derdora wî girî hilkirine.
Mijara kolandina girên dîrokî û şûnwarên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve ji dema dagîrkirina Efrînê ve destpê kiriye. Li gor zanyariyên rêxistinên binpêkirinên Efrînê belge dikin, zêdetir ji 50 cihên dîrokî û şûnwar hatine kolandin, dizîn û wêrankirin. Herwiha bi hezaran jî darên zeytûnê hatin hilkirin û qutkirin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî diyar kir, grûpa Cebhe El Şamiyê baca 600 Dolar li 5 cotkarên gundê Memila û Omera yên navçeya Reco spandine û ji wan re gotine, heger ew bacê nedin, dê tirektorên wan desteser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin