Guterres darbeya li Sûdanê sermezar kir û banga berdana hemû rêveberên sivîl kir
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, derbarê darbeya leşkerî ya îro beyaniyê li Sûdanê rû daye de peyamek belav kir û ligel şermezarkirina darbeya leşkerî banga azadkirina Serokwezîr Abdullah Hamdûk û rêveberên din ên sivîl kir.
Guterres di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de wiha got: "Darbeya leşkerî ya li Sûdanê dewam dike şermezar dikim. Divê demildest serokwezîr Hamdûk û hemû rêveberên din serbest bên berdan.”
Guterres, herwiha diyar kir ku rêveberiya veguhêz bi zehmetî hatiye bidestxistin û banga rêzgirtina li yasayan kir û got, wê NY piştevaniya bo gelê Sûdanê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin