Hakan Fîdan derbarê Îsraîlê de daxuyanî da!

17 October 2023 19:12 0 dîtin
Hakan Fîdan derbarê Îsraîlê de daxuyanî da!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, diyar kir ku ji bo şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de bandorê li welatên Rojhilata Navîn neke, çi ji destê wan hatiye kirine û got, "Dibe ku ji ev şer bibe sedema şerên mezintir û her wiha dibe ku jê aştiyeke dîrokî jî derkeve."

Hakan Fîdan ê ku li ser vexwendina Wezîrê Derve û Koçberan yê Lubnanê Ebdûllah Bûhabîb bi fermî çûbû, îro 17ê Cotmehê li Lubnanê di civîneke çapemeniyê de axivî.

Fîdan daxuyakirin ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî ya ji xelkê Xezayê re hem bi herêmê û hem jî bi rêxistinên navneteweyî re di nava têkiliyê de ne û wiha got, "Ji bo şer aramiya welatên herêmê bi taybetî Lubnan, Misir û Urdunê têk nebe çi destê me tê em dikin. Serokomarê me di wê baweriyê de ye ku aştiyeke dîrokî pêkan e."

Fîdan di berdewamîya daxuyanîya xwe de jî wiha got, "Hûn axa yekî dagir dikin. Dest datînin ser mala wan û wan jê derdixin û yekî tînin li şûna wî bicîh dikin paşê jî dibêjin 'niştecîh'. Navê vê yekê dizî ye." hêzên hegemonîk bi hêza çapemeniyê re rastiya pirsgirêkê pê dane ji bîr kirin, êdî dem hatiye ku dawî li vê yekê were."