Hakan Fîdan: Divê YPG bi Samê re bicive û danûstandinan bike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji kanala Fransî France 24 re derbarê mijarên rojane de nirxandin kirin.
Fîdan li ser pirsa wê 'Tirkiye li dijî YPGê operasyonê bike?' bersiva, “Divê YPG bi danûstandina bi Şamê re çareseriyekê bibîne” da. Fîdan herwiha got: “Rûsya, Îran û Esed êdî li pişt YPGê ne” û got, “Ez plan dikim ku bi rêveberiya nû ya Şamê re bicivim.”
Fîdan diyar kir ku di mijara parvekirina îstîxbaratê de bi HTŞ'ê re hevkariyeke baş kirine û gelek alîkariya wan kirine. Fîdan li ser pirsa gelo wê Tirkiye li Rojava li dijî YPGê operasyoneke leşkerî bike yan na jî got, "Niha li Sûriyeyê rêveberiyeke nû heye. Bi baweriya min divê bi vê mijarê re mijûl bibin. Yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya Sûriyeyê vê yekê ferz dike. Divê ev yek bê kirin."
Fîdan da zanîn ku divê YPG bi muzakereyên bi Şamê re çareseriyê bibîne û got, "Ji ber ku niha li Şamê rêveberiyeke nû heye. Rûsya, Îran û rejîma Esad êdî li pişt YPGê ne."
‘Em bi HTŞê re hevkariyê dikin’
Fîdan li ser pirsa çima Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji lîsteya terorê ya Tirkiyê nehat derxistin, wiha got: "Têxistina me di lîsteyê de mijareke girêdayî lîsteya Neteweyên Yekbûyî ye. Helbet em li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevdigerin, lê niha rewşeke cuda heye ku aliyê qanûnî û aliyê rasteqînî berovajî hev in."
Herwiha diyar kir ku HTŞ û DAIŞê di şerê li dijî DAIŞê de di parvekirina îstîxbaratê de hevkariyeke baş heye û gelek alîkariya wan kirine û bersiv da HTŞê bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike.
"Me dizanibû ku Amerîka hebûna xwe li Sûriyê zêde dike"
We dizanibû ku hebûna Amerîkayê li Sûriyê du qat ji ya tê zanîn zêdetir e? Di bersiva pirsê de Fîdan diyar kir ku wan dîtiye ku di hefteyên dawî de hejmara wan zêde bûye.
Herwiha got ku divê di mijarên wekî çawaniya girtina girtiyên DAIŞê li cihê ku lê ne, tasfiyekirina PKK/YPGê û çawaniya dabînkirina mafên bingehîn û ewlehiya Kurd, Ereb û Tirkmenan bi Amerîkayê re li hev bikin.
Divê YPG bi muzakereyên bi Şamê re çareseriyê bibîne
Fîdan li ser pirsa gelo wê Tirkiye li Rojava li dijî YPGê operasyoneke leşkerî bike yan na, Fîdan got, "Niha li Sûriyeyê rêveberiyeke nû heye. Li gorî min divê bi vê yekê re mijûl bibin." Fîdan diyar kir ku birêvebirina vê mijarê ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ve "yek ji rêyên ku ew ê tercîh bikin" ye û wiha dewam kir: "Rêya bijarte ev e, lê eger wisa nebe, helbet divê em ewlehiya xwe ya netewî biparêzin.” Herwiha da zanîn ku divê YPG bi danûstandina ligel Şamê çareseriyekê bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin