Hakan Fîdan peyamên li ser rewsa dawî ya helwesta dewletên Îslamî li ser Xezzeyê ragihand
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê akan Fîdan di televizyona El-Cezîre ku navenda wê li Qatarê ye, de, behsa hewldanên dewletên Îslamî kir û ragihand ku dewletên Îslamî bi hemû cureyên dîplomatîk ji bo çareseriya şerê navbera Îsraîl û Hamasê didin û ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê bi ser Xezzeyê de rawestînin çi pêwîst be dikin.
Fîdan balê kişand ku 7 dewletên Îslamî yên wek: Tirkiye, Endonezya, Nîjerya, Urdun, Misir, Qatar û Erebîstana Siûdî berhev hatine û pêkve hewldanên dîplomatîk didin da ku çareseriyan peyda bikin û got :
"Pêşbîniya me ye ku hefteya bê em serdana paytextê çendî dewletan bikin û bi nûnerên wan welatan re rewşê binirxînin û ji aliyê din de jî wek tê zanîn di Lutkeya Rîyadê de jî bangewaziya şikandina dorpêçê hatiye kirin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê da zanîn ku rewşa niha tenê rêbazên dîplomatîk destnîşan dike û hemû dewletên Îslamî jî, bi hemû derfet û amûrên di destên xwe de, bi rêyên dîplomatîk ji bo peydakirina çareseriyekî ji bo Xezzeyê di nav hewldanan de ne û dê ew hewldanên wan berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin