Hakan Fîdan û Lavrov, li ser gesedanên dawî axivîn

09 July 2023 21:00 0 dîtin
Hakan Fîdan û Lavrov, li ser gesedanên dawî axivîn

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve hat dayîn, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakakn Fîdan, bi pêwendiyeke telefonî ligel hemtayê xwe yê Rusyayê axivî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hakan Fîdan, bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re li ser geşedanên dawî yên di çarçoveya Peymana Genim a Ukrayna û Stenbolê de bi telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniyê, di axaftina herdu wezîran de geşedanên dawî yên di çarçoveya Peymana Genim a Ukraynayê û Stenbolê de û geşedanên din ên siyasî hatine nirxandin.

Beriya niha Rusyayê Tirkiye bi radestkirina Fermandarên Lîwaya Azov a Ukraynayê tawanbar kiribû û ragihandibû ku Tirkiyeyê Peymana Genim a Ukrayna û Stenbolê jî binpê kirine.