Hamas : Dîlgirtiyên Îsraîlî windabûne

06 November 2023 01:39 0 dîtin
Hamas : Dîlgirtiyên Îsraîlî windabûne

PeyamaKurd-  Hamas ragihand ku ji 60’an zêdetir dîlgirtiyên Îsraîlî windabûne.

Daxuyaniya ku dîlgirtiyên di destên Hamasê de windabûne, ji aliyê Peyvdarê Çekdarên Îzzeddîn el-Kassam Ebû Ubeyde ve hat dayîn.

Ebû Ubeyde  ragihandiye ku ji ber êrişên Îsraîlê ji 60 kesan zêdetir dîlgirtî winda bûne û heta niha termê 23 dilgirtiyan ji bin kavilan derxistine û yên din jî di bin kavilande mane.  

Ji aliyê dinde Peyvdarê Leşkerî yê Îsraîlê Danîel Hagarî daxuyaniya peyvdarê Hamasê piştrast nekir û ragihand ku herî dawî 240 dîlgirtiyên Îsraîlî li Xazzeyê di destên Hamasêdebûne.