Hamas: Em amade ne bi navbeynkaran re ji bo cîbicîkirina biryara KENYê hevkariyê bikin

11 June 2024 12:00 0 dîtin
Hamas: Em amade ne bi navbeynkaran re ji bo cîbicîkirina biryara KENYê hevkariyê bikin

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku ew amade ye bi navbeynkaran re li ser cîbicîkirina prensîbên biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya derbarê agirbesta daîmî ya li Xezzeyê, vekişîna tam, pevguhertina rehîneyan, jinûveavakirina Şerîda Xezzeyê û vegerandina koçberan, danûstandinan bike.

Di daxuyaniya Hamasê de hat gotin ku "Agirbesta mayînde, vekişîna tam ji Xezzeyê, pevguhertina girtiyan, ji nû ve avakirina Şerîda Xezzeyê û vegerandina koçberên ku di biryara KENYê de cih girtine, bi xêr hatin."

Di daxuyaniye da hat gotin ku Hamas amadeye bi navbeynkaran ra bikeve nav muzakereyen nerasterast ji bo sepandina van prensan li gor daxwazên gelê Filistînê.

Herwiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Hemas dê ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê Filistînê û di serî de avakirina dewleta Filistînê têkoşîna xwe bidomîne.

Pêşnûmeya agirbestê li KENYê hat qebûlkirin

Pêşnûmeya ku ji bo pêşnûmeya ji 3 qonaxan a ku ji aliyê Serokê DYAyê Joe Biden ve hat ragihandin û di qonaxa yekemîn de agirbesta lezgîn a li Xezzeyê tê pêşbînîkirin, li Konseya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin.

Pêşnûmeya biryarê ya ku ji aliyê DYA ve hat pêşkêşkirin, di 15 endamên Konseya KENYê de 14 dengên erê wergirt û Rûsyayê jî bêalî ma.

Di biryarê de hat diyarkirin ku Îsraîl pêşniyara Biden qebûl kiriye, ji Hamasê jî hat xwestin ku vê pêşniyarê qebûl bike û bi cih bîne.

Di biryarê de li gorî pêşnûmeya 3 qonaxan; Di qonaxa yekem de agirbesta lezgîn, berdana jin, pîr û dîlên birîndar, pevguhertina dîlên Filistînî, vekişîna hêzên Îsraîlê ji herêmên niştecihbûyî yên li Xezzeyê, zêdekirina alîkariyên mirovî, jinûve avakirina xizmetên bingehîn, vegerandin. Hat destnîşankirin ku sivîlên Filistînî wê li seranserê Xezzeyê, bakurê Xezzeyê jî di nav da karibin vegerin malên xwe û civaka navneteweyî wê tevkariya xaniyan a pêwîst bike.