HDP ji bo parastina xwe daxwaza dirêjkirina demê ji dadgehê kir
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo di doza girtinê de xwe biparêze, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û daxwaza dirêjkirina demê kir.
Komîsyona Hiqûqê ya HDPê, di 11ê Tebaxê de serî li Dadgeha Destûrî da û heta Dadgeh bersiveke erênî bide, dema parastinê ji bo HDPê wê bibe 90 roj.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, îdianameya duyem a ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin, di 7ê Hezîranê de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgehê di 21ê Hezîranê de, lêkolîna xwe ya yekem kiribû û îdianame qebûl kiribû. Dadgehê 70 klasorên din û 8 flash kart şandibû HDPê û jê xwestibû ku di 60 rojan de paraznameya xwe amade bike.
Heger Dadgeha Destûra Bingehîn vê daxwaza HDPyê bipejirîne, wê HDP paraznameya xwe ya yekem di 7ê Îlonê de pêşkêş bike. Îdianameya duyem 843 rûpel e û tê xwestin ku biryara qedexeya siyasî ji bo 451 kesan were dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin