HDPê bi helkefta Salvegera 107emîn a Komkujiya Ermeniyan daxuyanî da

24 April 2022 18:39 0 dîtin
HDPê bi helkefta Salvegera 107emîn a Komkujiya Ermeniyan daxuyanî da

PeyamaKurd- Salvegera 107emîn a Komkujiya Ermeniyan, ji aliyê HDPê ve bi daxuyaniyekê hat bibîranîn. Di daxuyaniya HDPê de hat gotin ku “vê proseyê bi sirgûnkirina bi sedan Ermeniyan û bi aweyekî pergalkirî, kuştina gelek ji wan hat dewamkirin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser Salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 107 sal di ser karesata mezin a komkujiya etnîkî û baweriyê re derbas bûne û di 24ê Nîsana 1915an de zêdeyî 200 hezar kes ji rewşenbîrên Ermen, ji malên xwe ber bi mirinê ve hatine şandin. HDPê da zanîn ku polîtîkayên jinavbirina cudahiyan û ferzkirina nêrîna yek netewî, yek olî û yek zimanî û armancên dayîna jibîrkirinê ya gelên cuda li ser vê erdnîgariyê ji wê rojê û heta niha berdewam in.

HDPê bal kişand ser pêwendiyên bi Gelê Ermenî re û got, asayîkirina pêwendiyên bi Dewleta Ermenîstanê re û pêşvebirinên têkiliyên bazirganî û dîplomatîk, ji bo berjewendiya gelan sûdewar e.

Komkujiya ku qala kuştina milyonek û 500 hezar Ermenî tê kirin, sala borî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden û ji aliyê Amerîkayê ve bi aweyekî fermî hatibû naskirin û Tirkiyeyê li hember vê nasandinê nerazîbûn nîşan dabû.