Ji HDPê daxuyaniya salvegera Komkujiya Enfalê: Xwîn ji birînê diherike…

14 April 2020 15:08 0 dîtin
Ji HDPê daxuyaniya salvegera Komkujiya Enfalê: Xwîn ji birînê diherike…

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 34emîn salvegera komkujiya Enfalê ya rejîma Beas a Iraqê daxuyaniyek belav kir.

HDP di daxuyaniya xwe de dibêje, ji ber ku failên enfalê nehatine darizandin xwîn ji birîna Enfalê diherike û Komkujiya Enfalê hat şermezar kirin.

Daxuyaniya HDPê ya bo salvegera Komkujiya Enfalê:

“Di navbera salên 1986-1989’an de ji aliyê rejîma Saddam ve li dijî kurdan komkujî pêk hat û di seriya 180 hezarî de mirov jiyana xwe ji dest dan; 4 hezar û 500 gund hatin şewitandin û ji milyonek zêdetir mirov penaber bûn. Di vê pêvajoya weke Enfal (Bi erebî xenîmet) hat binavkirin de Başûrê Kurdistanê bi awayekî hovane hatibû talankirin.

Di 16’ê Adarê de li Helepçeyê bi karanîna çekên kimyewî re ev komkujî derket asta herî jor. Hemû Cîhan ji vê komkujiyê re bêdeng mabû û çavên xwe jê re girtibûn. Di sala 2007’an de Dadgeha Bilind a Ceza ya Iraqê, bi biryarekê êrîşên Enfalê yên li dijî kurdan weke komkujî qebûl kir. Li gel vê yekê jî beşeke faîlên komkujiyê hê jî nehatine darizandin. Enfal weke birîneke vekirî hê jî xwîn ji diherike.

Cihan bi bêdengî û jibîrkirinê re bûye hevparê sûcên ku pêk hatine û bi ve yekê timik pêşî li komkujiyeke din vekiriye. Em di 14’ê Nîsanê Roja Bîranîna Enfalê de careke din vê komkujiyê lanet dikin, bi rêzdarî bejna xwe li ber biranînê mirovên ku jiyana xwe ji dest dane ditewînin û êşa xizmên wan ji dil parve dikin. Ji bo ku Enfal û Helepçeyên nû çênebin, em bang li herkesî dikin ku li dijî komkujiyan bêdeng nemimin û wan ji bîr nekin.”