Îro 31emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye: Em Komkujiya Enfalê sermezar dikin

14 April 2019 16:44 0 dîtin
Îro 31emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye: Em Komkujiya Enfalê sermezar dikin

PeyamaKurd - Îro 31emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye ku ji aliyê rejima Beisê ve li dijî kurdan hatiye kirin ku navê xwe ji ‘Sureta Enfalê’ ya Qur’anê werdigire. Enfal bi erebî tê wateyê ‘xenîmetên şer’.

Gelek dewletan xwest ku li dijî kurdan komkujiya pêk bîne lê gelê kurd yê xwedî hêz û şîyan û vîn li hember hemû komkujî, jenosîd, destpotî û fişaran serî netewand û bi biryar li ber xwe da.

Rejîma Beisê piştî plana tunekirina kurdan komkujiya Helepçeyê, bi jenosîda Enfalê berdewam kir û bi vê kiryarê xwest ku kurdan qir bike, ji cih û warên xwe dûr bixe û bi vê yekê re rê li ber têkoşîna azadî û serxwebûna kurdan bigire.

‘ENFAL: JENOSÎDA KURDAN!’

Weke jenosîda Helepçeyê, di Jenosîda Enfalê de jî bi deh hezaran kurdên mesûm bûne qurbaniyên qirkirinê.

Di Enfalê de zêdetirî 182 hezarî kurd bi awayekî hovane rastî komkujî û jenosîdê hatin, bi awayekî komî hatin veşartin, 4 hezar gund bi erdê ve hatin yekkirin. Di Enfalê de ne tenê hêzên rejima Beisê cih girtin herweha saziyên sivîl ên li Îraqê jî beşdarî vê operasyonê bûn.

Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê di sala 2007an de biryar da ku Enfal jenosîdeke li dijî kurdan e û bi sedema ku beşdarî komkujiya Enfalê bûne biryara gelek kes hat dayîn ku werin desteserkirin.

‘ELÎ KÎMYEWÎ OPERASYON BIRÊVE BIRIN!’

Di operasyonên qirkirina kurdan de ya ku fermana wê Sedam Hisên dabû, Eli Hesen el Mecîdiyê ku pêşangî kiribû, piştî komkujiya Helebçeyê wekî ‘Eli Kîmyewî’ hat naskirin.

 ‘ARMANCA JENOSÎDA ENFALÊ ÇÎ BÛ?’

Hemû herêmên ku operasyon lê hatine kirin, weke herêmên taybet hatin diyarkirin. Ev herêmên navhatî deverên stratejîk bûn ku hewildanên têkoşîna azadiyê lê dihatin kirin. Rejîma Beisê bi vê qirkirinê dixwest şorişa li başurê Kurdistanê biçewisîne û bike ku kurd careke din serî ranekin.

Di encama operasyonan de kurd rastî komkujiyê hatin û ji deverên ku rezervên petrolê yên dewlemend lê bûn hain dûrxistin û li şûna wan malbatên ereb hatin bicihkirin. Bi vî hawî demografiya herêmê hat guhertin. Bi helkefta salvegera Enfalê lig elek bajarên Kurdistanê çalakiyên bibîranînê birêve diçin.

Em wekî malbata PeyamaKurd di 31emîn salvegera komkujiya Enfalê de hemû qurbaniyên Enfalê bi giramî bibîr tînin.

Em dê tu carî vê bûyera diltezin a hember xelkê sivîl û gelê kurd ê mezlûm ji bîr nekin û kiryaran jî bi tundî şermezar dikin.