HDPê êrîsa Hewlêrê sermezar kir û got: Divê ew 'êrîsa tarî' bê ronîkirin

19 July 2019 15:09 0 dîtin
HDPê êrîsa Hewlêrê sermezar kir û got: Divê ew 'êrîsa tarî' bê ronîkirin

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser êrîşa roja çarşemê ku li Hewlêrê pêk hat û tevî karmendê konsûlxaneya Tirkiyê 3 kesan tê de can da, daxuyaniyek weşand.

HDPê êrîş şermezar kir û wekî “êrîşa tarî” pênase kir û xwest bê ronîkirin.

Di daxuyaniya xwe bi navê Hevserokên Giştî yên HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan hatiye weşandin de, tê gotin: “Di 17ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li dijî nûnerê berpirsyarê dîplomatîk ê Tirkiyeyê êrîşeke çekdarî hat kirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”

HDPê di berdewamê de diyar kir: “Em wek partî li devera sivîlan, gurkirina şer û pevçûnê bi tu awayî qebûl nakin û herwisa ji aliyê kê ve hatibe kirin, êrîşa li dijî xebatkarên konsulxaneyê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniya xwe de, HDP daxwaza ronîkirina aliyên êrîşa Hewlêrê kir û got: “Em hêvî dikin ku ev êrîşa tarî û bi gelek aliyan ve nezelal di demeke nêzik de bê ronîkirin û tu şik û guman derbarê vê êrîşê de nemîne û failên wê demildest bên diyarkirin.”

Ji ber ku kesê asayîşa Kurdistanê wekî gumanbarê êrîşa Hewlêrê Mazlum Dagê birayê parlamentara HDPê ya Diyarbekirê Dersîm Dag eşkere kiriye, HDPê bersiv daye wê yekê jî û di daxuyaniyê de gotiye, ew qebûl nakin ku parlamentera wan ji ber birayê xwe were hedefgirtin û wiha didomîne:

“Her wekî din, em bi tu awayî qebûl nakin ku parlementereke me bi hinceta vê êrîşê, bi bahaneya navê birayê xwe wek hedef bê girtin û rastî provokasyonan bê hiştin. Ev yek endîşe û şik û gumana me ya derbarê vê meseleyê ya ku bi vê hincetê ve tê eleqederkirin zêdetir dike. Em careke din aşkera dikin, tu kes nikare partiya me bi tundiyê ve têkildar bike. Em wek partî li dijî tundrewî, şer û pevçûnê, siyaseta aştiyê û di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas digirin. Kî çi hesabî dike bila bike, lê HDP tu carî dev ji siyaseta aştî û çareseriyê bernade.”

HDP da xuyakirin ku hin alî dixwazin bi meseleya êrîşa li Hewlêrê êrîşî ser siyaseta HDPê bikin û got: “Bi vê meseleyê dixwazin êrîşî siyaseta aştiyê ya HDP’ê bikin. Dixwazin ku şer û pevçûn û tundûtûjiyê belav bikin. Bi vê wesîleyê em careke din bang dikin; divê şer, pevçûn û tundûtûjî neyê gurrkirin û zêdekirin û li Rojhilata Navîn, bi rêya gotûbêj û diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin.”