Hecî Mehmûd: Divê Serok Barzanî bikin Serokê Desteya Sêwirmendiyê
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd, ji rêveberiya Herêma Kurdistanê re pêşniyar kir ku Desteya Şêwirmendiyê damezrînin û Serok Mesûd Barzanî jî wekî serokê wê destnîşan bikin.
Hecî Mehmûd diyar kir ku pêwîste nêrînên kesayetên derveyî parlamentoyê û hikûmeta Kurdistanê jî di biryaran de bên berçavkirin û dê ev yek ji bo nûnertiya partiyên siyasî jî gaveke girîng be.
Mihemed Hacî Mehmûd di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de got ku nebawer e YNK û ti aliyekî din li dijî damezrandina Desteya Şêwirmendiyê derkeve û got, heta YNKê pêşniyara ‘Destdeya Şêwirmendan’ kiriye.
Mihemed Hacî Mehmûd destnîşan kir ji bo seroktiya Desteya Şêwirmendiyê kesayetî herî naskirî û bi tecrube Mesûd Barzanî ye û bi baweriya wî kesê ji bo wê erkê herî guncaw e ku pêdiviya Kurdistanê bi nêrînên wî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin