Hedad: Sanda Kurdistanê li nêzîk diçe Bexdayê, alternatîf çênebe wê heman projeyasa biçe ber dengdanê

14 March 2021 13:50 0 dîtin
Hedad: Sanda Kurdistanê li nêzîk diçe Bexdayê, alternatîf çênebe wê heman projeyasa biçe ber dengdanê

PeyamaKurd - Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad îro Yekxemê eşkere kir, wê herêma Kurdistanê hemû hewldanan bide, li gor destûrê  danûstandinên li gel hikûmeta Iraqê berdewam bike û di demeke nêzîk de jî şanda herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad di civîneke rajnamevanî de got: “Niha nûnerên kurd li Bexda û şanda hikûmeta herêma Kurdistanê jî li gor destûr û li ser bingehê wê nivîsa ku hikûmetê di encama rêkeftina hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Bexdayê di projeyasaya budceyê de nivîsandiye, bo berdewam kirina danûstandinên li ser mafên darayî dê hewldan berdewam bikin. Lê ew aliyên ku ji vê nivîsê nerazîne, heta niha ti tiştekî ku cihê wê jî bigre eşkere nekirine ku bibe hêvinê guftûgo di navbera aliyan de. Ji ber wê niha em li benda wê alternatîfê ne û eger alternatîf nebe heman nivîsa ku di projeyasayê de heye dê deng li ser wê bê dayîn.”

Li ser çûna şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê got: “Demeke nêzîk de şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê dê vegere Bexdayê û divê berî dengdana li ser projeyasaya budceyê şandeya herêma Kurdistanê li Bexdayê dê amade be. Lê bi hûrgilî û derbarê dem û rojê de jî divê ji wan bixwe bipirsin û ew dê diyar bikin.”

Hedad da zanîn: “Em wek nûnerên kurd li Bexdayê me daxwaz kiriye ku behs kirin û dengdan derbarê projeyasaya budceyê di bernameya sibe ya karê encûmena nûnerên Iraqê de nebe û divê di civîna taybet de be. Ji ber hîn behs kirina li ser yasaya dadgeha federal maye û gelek nîqaş li se wê jî hene.”