Sanda Kurdistanê di demeke nêzîk de diçe Bexdayê
PeyamaKurd - Wezîrê Plandanînê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dara Reşîd di civîneke rojnamevanî de ragihand, dawiya vê hefteyê yan jî destpêka hefteya bê şanda hikûmetê diçe Bexdayê.
Dr. Dara Reşîd da xuyakirin ku danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de didome û ji xwe li ser bûdceya sala 2020 rêkeftinek hatiye kirin ku ew rêkeftin jî heta dawiya salê didome.
Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd got: “Niha hemû hewlên me li ser wê yekê ye ku em xwe ji qanûna bûdceya sala 2021 re amade bikin û bikaribin mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê misoger bikin.”
Li ser serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê jî Dara Reşîd ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nû ji Amerîka vegeriyaye. Şanda Kurdistanê jî pê re bû. Ji ber wê jî divê Bexda rojekê destnîşan bike da ku şanda hikûmetê here wir. Bi texmîna min, yan dawiya vê hefteyê yan jî destpêka hefteya bê şanda hikûmetê diçe Bexdayê. Ji xwe danûstandin didomin. Heta wan rojên ku Kazimî li Amerîkayê jî bû, danûstandin hebûn. Em hêvîdar in hefteya bê her tişt yekalî bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin