Hejmara 7emîn a Bernamegehê hat wesandin

04 May 2022 12:12 0 dîtin
Hejmara 7emîn a Bernamegehê hat wesandin

PeyamaKurd – Hejmara 7emîn a kovara çandî û hunerî ya Bernamegehê, hat weşandin.

Kovarê di vê hejmarê de cih daye nivîsek Îkram Ogûz ku li ser zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe nivîsandiye. Di berdewamiyê de Occo Mahabad qala damezrandin û pêşketina çapxaneyên kiriye, Nîhat Gultekîn bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewşenbîr Maksîmê Xemoyî û Lokman Polat jî bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîzm û erotîzmê hildaye dest.

Herwiha ji bilî van nivîsan, bi dehan nivîsên li ser edebiyat, çand, dîrok û jiyana Kurdan di vê hejmarê de cih girtine.