Hejmara DAISîyên li Iraqê hate eskere kirin…
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl, derbarê rêxistina terorê DAIŞê de, bi civîneke rojnamevanî daxuyanî dan.
Resûl ragihand ku hejmara terorîstên DAIŞê yên li Iraqê 700 kesî derbas nake û got, çekdarên rêxistinê bi şaneyên 3 û 7 kesî hatine dabeşkirin.
Yehya Resûl da xuyakirin ku DAIŞ ji aliyê çekdarî ve westiyaye û niha ti hêzeke wê ya bikare herêmekê kontrol bike tune ye, lê bi çalakiyên terorî dixwaze propagandaya xwe li ser medyayî bike.
Herwiha Resûl diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê xwedî hemahengiyeke baş in û rêzeoperasyonana li ser rêxistinê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin