Hejmareke endamên Parlamentoya Fransayê daxwaza naskirina jenosîda Kurdan dikin
PeyamaKurd – Hejmareke endamên Encûmena Nûneran a Fransayê bi projeyasayake ji bo jenosîdnasandina tawanên hikûmeta Baesê yên beramaberî gelê Kurdistanê amade kiriye de daxwaz dikin, ku Fransa wek dostekî Kurda, itîrafê bi jenosîd, kîmyabaran, Enfal û raguhestina Kurdan bike.
Di beşeke ji wê projeyasayê ye ku ji bo Parlamentoya Fransayê hatiye pêşkêşkirin a ji bo ku “jenosîda Kurdan a li Iraqê” bê naskirin de hatiye gotin: “Fransa, dostê gelê Kurd, welatek ku divê ji hemû welatên zêdetir wateya jenosîdê bizane, bi çavekî mezintir tawaneke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê bibîne.”
Biryar e îro, 26/11/2021, Parlamentoya Fransayê rûniştineke taybet saz bike û beşek jî ji bo dengdana li ser wê projeyasaya taybet bi gelê Kurd dibe û eger dengên endamên Parlamentoyê bidest bixe, komkujî û êrişên li dijî Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd tê naskirin.
Ew projeyasa ji aliyê 16 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat Jan Kristof Lagard yek ji wan e û ji aliyê wî ve hatiye amadekirin.
Di projesyasayê amaje bi raporta Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û rêkeftina Cinêv a taybet bi jenosîdê hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku armanca rejîma Iraqê ya wê demê jinavbirin û jenosîda gelê Kurd bûye “niyaz û kiryar hev digirin, tawana jenosîdê bi temamî hatiye cîbicîkirin.”
Herwiha di projeyasayê de, daxwaz ji hikûmeta Fransayê hatiye kirin ku vê jenosîdê nas bike û piştevaniya qerebûkirina ziyana qurbaniyan û malbatên wan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin