Helbûsî hisyarî li ser zêdetir alozbûna rewsa Iraqê da
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li ser rewşa aloz a îro ya Bexdayê peyamek belav kir û diyar kir, gihîştina rewşa îro, zengila metirsiyeke mezin e û nabe ew li hember wê bêdeng bin.
Mihemed Helbûsî li ser hesabê xwe yê twitterê bang li serkirdeyên olî, siyasî, eşîrî û civakî yên Iraqê kir û got, destpêşxeriyê bikin ji bo arastekirina rewşê ber bi qeraxa aramiyê.
Herwiha Helbûsî hişyarî li ser zêdetir alozbûna rewşê û xwînrijandina welatiyan bi rêya bikaranîna çekan ji her aliyekî ve be da.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî destnîşan kir: “Daxwaza me rastgoyane ye ji bo hemû aliyan, ji bo temirandina agirê fitneyê û gihîştina hevtêgihîştinê ji bo parastina seqamgîrî û serweriya niştiman û dûrketina ji rûbirûbûnê ku tê de em hemû têk diçin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin