Erdogan rewsa dawî eskere kir: 16 û 170 wefat, zêdetirî 64 hezar birîndar hene

09 February 2023 19:50 0 dîtin
Erdogan rewsa dawî eskere kir: 16 û 170 wefat, zêdetirî 64 hezar birîndar hene

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de can dane gihîştiye 16 hezar û 170 kesan.

Erdogan îro 9ê Sibatê danê êvarê li bajarê Osmaniyeyê eşkere kir, li 10 bajarên bandoreke mezin a erdhejên Mereşê li ser wan çêbûye, heta niha 16 hezar û 170 kesan can daye û 64.194 kes jî birîndar in. Li Osmaniye jî 326 avahî hilweşiyane, 877 welatî mirine û 2.220 kes jî birîndar bûne.

Erdogan got ku hin kêmasî û derengî di hawarçûnê de çêdibin û diyar kir, wê îro parlamento jî biryara Rewşa Awarte (OHAL) bide.

Herwiha Erdogan got ku ew dê piştî rakirina enqazan bi salekê jî bajaran ji nû ve ava bikin.

Amarên dawî yên fermî wiha ne:

Mirin: 16 hezar 170

Birîndar: 64 hezar û 194

Avahiyên hilweşiyayî: 6 hezar û 444