NY li ser xerabbûna rewsa tenduristiyê ya li Afganistanê hisyarî da

30 September 2021 13:31 0 dîtin
NY li ser xerabbûna rewsa tenduristiyê ya li Afganistanê hisyarî da

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, li ser xerabbûna rewşa tenduristiyê ya li Afganistanê, hişyarî da.

Dujarric diyar kir, di gihîştina xizmetên tenduristiyê de kêmbûnek heye, bûyerên sorik û zikêşiyê zêde dibin, bersiva pandemiya COVID-19 hêdî bûye û herwiha felca zarokan ji nû ve tê dîtin.

Berdevkê NY da zanîn, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) eşkere kiriye, li Afganistanê zêdetirî 2.300 avahiyên tenduristiyê yên ku berê Banka Cîhanî piştgirî dikir hebûn û wan bi tevahî xizmet dikirin. Lê niha tenê ji sedî 17 yên wan dikarin xizmetên bi tevahî pêşkeş bikin û herwiha ji pirtirî 1500 nexweşxaneyan, dermanên bingehîn xelas bûne.

Dujarric destnîşan kir,  WHO xêrxwazan re dixebite ku saziyên tenduristiyê biparêzin, da ku pêşî li zêdebûna mirinan bigirin.

Wî herwiha diyar kir, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û UNICEF roja Sêşemê soz dane ku karê xwe li Afganistanê bi 100 tîmên nû yên tenduristiyê û xwarinê yên mobîl xurt bikin.

Dujarric ji rojnamevanan re da zanîn, Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî gotiye ku pîrikên welidandine li seranserê Afganistanê xebatê xwe didomînin, ku jiyana gelek jin û keçan rizgar dike.

Herî dawî Dujarric got, saziya Flash Appeal a NY a ji bo Afganistanê, ji bo pêşîgirtina mirinan, koçberiya û herwiha ji bo kêmkirina êşan 606 milyon dolar daxwaz kiriye, da ku heya dawiya salê ji 11 milyon mirovan re alîkariyê ava bike.