Helbûsî: Îstiqrara Iraqê bandoreke erênî li Îran û herêmê dike

27 April 2022 18:35 0 dîtin
Helbûsî: Îstiqrara Iraqê bandoreke erênî li Îran û herêmê dike

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ku ji bo serdaneke fermî li Tehranê ye, bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re hat ba hev.

Helbûsî beriya Reîsî jî ligel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Xelîbaf re civiya û di civîna hevbeş a rojnamevanî de diyar kir ku ew dê ji bo rewşeke erênî derkeve holê hevkariya navbera Iraq û Îranê xurt bikin.

Herwiha Helbûsî anî ziman, “Îstiqrara li Îranê bandoreke erênî li Iraqê jî dike. Îstiqrara Iraqê jî li ser Îranê û herêmê bandora erênî dike.”

Helbûsî da zanîn ku ji bo pêkanîna seqamgeriya ewlehiyê û aborî li herêmê û ji bo xwe dûrî şer û qeyranan bikin, wan gavên cidî avêtine.

Nivîsgeha Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê derbarê hevdîtina Helbûsî û Reîsî de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir, lê li ser naveroka civînê ti agahî û hurgilî nehatin belavkirin.