Hemas û El Fetîhê ji bo Filîstînê daxuyaniyeke hevbes ragihandin

24 September 2020 21:01 0 dîtin
Hemas û El Fetîhê ji bo Filîstînê daxuyaniyeke hevbes ragihandin

PeyamaKurd – Herdu bizavên mezin ên Filîstînê Hemas û El Fetihê, di demeke ku hejmarek welatên ereb bi Îsraîlê re peymanên aştiyê îmze dikin li Stenbolê civiyan. Piştî civînên xwe yên li Stenbolê herdu tevgerên Filîstînê daxuyaniyeke hevbeş ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, nêrîneke hevbeş derketiye holê, lê bi şertê ku bi beşdariya komên Filistînê diyalogên neteweyî li dar bikevin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Di hevdîtina sekretêrên giştî de ku serok Mehmûd Ebas piştgiriya wan dike, dê lihevkirina dawîn a ser tevgerên neteweyî were ragihandin, lê bi şertê ku ne piştî 1ê Cotmehê be û piştî kongreyê yekser kar û xebat dest pê bike.”

Her her du bizavên Filîstênê di dawiya daxuyaniyê de soz dane gelê Filîstînê ku di kar û xebatê de hevpar bin û parastina mafên gelê xwe bikin û gotine, heta mîsogeriya aramiya dewleta Filistînê ya serbixwe û paytexta wê Qudsê dê li hemberî komployan bisekinin.