Herêma Kurdistanê îtxalata firingiyan qedexe kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Herêma Kurdistana ji bo pêşxistina hilberîna herêmî îtxalata firingiyan qedexe kir.
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê û Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Huseyn Heme Salihê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo parastina cotkarên herêmî ji 1ê îlonê pê va ew ê destûrê nedin îtxalata firîngiyan.
Salih got ku ew ê ji bo pêşxistina hilberîna herêmî bixebitin û wiha axivî: "Em ê hemû dexl û denê têra herêmê tên ajotin qedexe bikin ku neyên îtxalkirin."
Salih got heke çandiniya firingiyan a xwecihî têra piyaseya navxweyî neke an jî biha zehf zêde bibe ew ê biryareke cuda bidin.
Îsmaîl Mihemedê esnafê Hala Sewze û Mêweyan a Hewlêrê diyar kir ku niha li piyaseya navxweyî nirxê firingiyan erzan bûye. Mihemed diyar kir ku firingiyan ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê îtxal dikin û wiha pê da çû: "Em herî zêde ji Îranê firingiyan îtxal dikin. Ji ber qedexeya îtxalata firingiyan dibe ku biha hinekî zêde bibe lêbelê ew ê bandoreke neyînî li ser piyaseyê nehêle."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin