Li Herêma Kurdistanê, hawirdeya berhemên çandiniyê hat qedexekirin

01 June 2022 15:08 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê, hawirdeya berhemên çandiniyê hat qedexekirin

PeyamaKurd-Ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê, hawirdeya berhemên çandiniyê hatiye qedexekirin. Hat diyarkirin ku armanca vê biryarê, piştgiriya cotkarên Kurdistanê û berhemên xwemalî ye.

Li ser biryara qedexekirina hawirdeya berhemên çandiniyê, ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve daxuyaniyek hat belavkirin û ev biryar ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hat ragihandin. Li gorî daxuyaniya wezaretê; hawirdeya berhemên wekî kartol/petat, pîvaz û tevahiya berhemên şînahiyê, hatine qedexekirin û baca hawirdekirina wan jî bi armanca piştevaniya berhemên xwemalî, hatiye zêdekirin.