Li Herêma Kurdistanê firotina derve ya çend berhemên çandiniyê hat qedexekirin

16 July 2020 10:59 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê firotina derve ya çend berhemên çandiniyê hat qedexekirin

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, firotina derve ya çend berhemên çandiniyê, fêkî û şînkatiyan hat qedexekirin.

Li gor Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê ragihand, bi fermana Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî, bi mebesta piştevanîkirina cotkarên Kurdistanê û berhemên wan, firotina derveyî welêt ên çend berhemên çandiniyê hat qedexekirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, berhemên ku firotina wan bo derveyî welêt hatiye qedexekirin, beriya niha bac li ser wan hatibû danîn, lê ji roja 1 Tebaxa 2020an ve bi temamî tên qedexekirin.

Berhemên ku hatine qedexekirin ev in: Hinar, Hejîr, Sêv, Zebeş, Kartol, Xiyar û Hingivîn.