Wezîrê Derve yê Brîtanyayê: Em pistevaniyeke temam li Qewareya Herêma Kurdistanê dikin

05 October 2023 12:59 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê: Em pistevaniyeke temam li Qewareya Herêma Kurdistanê dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Brîtanyayê eşkere dike, welatê wî piştevaniyeke temam li Qewareya Herêma Kurdistanê dike.

Weke tê zanîn, rasterast pêwendiya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverley bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re heye û Brîtanya piştevaniyeke temam li Qewareya Herêma Kurdistanê dike.

Di çarçoveya beşdariya di Konferansa Salane ya Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê de, xortê Kurd Felah Hesen ku Cîgirê Serokê Lawên Partiyên Demokrat e ligel Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverley civiya û rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

Felah Hesen, hin aliyên siyasî û siyasetmedarên Iraqê hewla têkdana qewareya Herêma Kurdistanê didin ku bi têkoşîn û xwîna bi dehhezaran kurên Kurdistanê pêk hatiye.

Cleverley eşkere kir, hebûna qewareya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Brîtanyayê giring e û hikûmeta Brîtanya dê hertim piştevaniya wê bike û dê li ser piştevaniya qewareya fermî ya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê di hevdîtinê de spasiya gelê Kurdistanê kir û xwe bi dostekî nêzîk yê Herêma Kurdistanê dibîne.

Herwiha di vê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê destnîşan kir, pêwendiya wî ya rasterast û dostane bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re heye û hêvî xwast careke din serdana Herêma Kurdistanê bike.