Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêswazîkirin

09 June 2021 12:30 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêswazîkirin

PeyamaKurd –  Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasîma pêşwaziyê, civîna navbera Nêçîrvan Barzanî Dominic Raab li Serokatiya Herêma Kurdistanê destpê kir.

Biryar e, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê hejmarek hevdîtinên din jî pêk bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, roja Sêşemê serdana Iraqê kiribû û li Bexdayê li gel hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serkomar Berhem Salih û hin rayedarên din ên Iraqê hevdîtin pêk anîbû.