Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê: Em dixwazin hêzeke modern li Kurdistanê bê dirustkirin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, civînek li dar xistin û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe eşkere kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê di destpêkê de diyar kir: “Me di civîna xwe de qala çend mijaran kir, ji wan pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Birîtanyayê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û hewldanên ji bo çareserkirina wan, şerê li dijî terorê û metirsiyên dubare serîhildan û bihêzbûna DAIŞ, hilbijartinên dahatî yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî.”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Em pêwendiyên xwe yên ligel Birîtanyayê bilind dinirxînin û spasiya Brîtanyayê dikin ji ber berdewambûna piştgiriya wê. Pêwendiyên gelê Kurdistanê bi Birîtanyayê re berî 30 salan li çiyayan dest pê kir. Di Nîsana 1991an de Brîtanya û welatên din ên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî biryara 688 derxistin û Brîtanya û hevpeymanên me yên din roleke a sereke di komkirin û piştgîriya navdewletî ji bo damezirandina herêma aram û li dijefirînê de hebû, ev pêngav jî destpêke nû ji bo Herêma Kurdistanê bû û ji wê demê ve pêwendiyên me di hemû qonaxan de bi Birîtanyayê re berdewam in di şerê li dijî DAIŞê de berfirehtir bû. Spasiya Brîtanya û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê destnîşan kir: “Armanca serdana min, rengvedana girîng a wan pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanîya de ye. Em bi wê pêwendiyan dilxweş in. Em wek Birîtanyayê pabend in bi parastina vê Herêmê.”
Dominic Raab herwiha eşkere kir: “Em dibînin ku navçe bi çend awayên cuda rastî astengiyan tê, lê aramî û ewlehî gelek girîng e. Em rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxinin û qurbaniyên ku Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan dane cihê serbilindeyeke mezin e.”
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê destnîşan kir: “Me di hevdîtinê xwe de behsa çend mijarên baş kir. Em her du alî xwedî çend berjewendiyên hevbeş in. Aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê yek ji armancên me ye û em pê pabend in. Me guftûgoyên baş di aborî de kirine, em dikarin bi hev re hevahengiyeke baş di vî warî de bikin.”
Di berdewamiyê de li ser rêkxistina hêza Pêşmerge jî got: “Em jî rola xwe di rêxistinkirina hêzên Pêşmerge de dibînin. Em dixwazin hêzeke modern li Herêma Kurdistanê bê dirustkirin. Ez dilxweş im ku Brîtaniya pareyan ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge dabîn dike ku di çend qonaxan de dest pê bûye. Em bi piştevanîkirina li ewlehî û azadîyê li Herêma Kurdistanê pabend in, yek ji wan xalên ku em piştevaniya wê dikin, azadiya ragihandinê ye.”
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê herî dawî da zanîn: “Em sipasiya Herêma Kurdistanê dikin ji bo rola wê ya girîng di pirsa penaberan de û em dixwazin di warên perwerde, tendirustî, xwendina bilind û guhertinên keşûhewayê de hevahengiya me hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin