Li Herêma Kurdistanê pistgirîkirina berhemên navxweyî yê çandiniyê berdewam dike

01 September 2020 10:11 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê pistgirîkirina berhemên navxweyî yê çandiniyê berdewam dike

PeyamaKurd – Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, di derbarê piştgirîkirina berhemên navxweyî ya cotkarên Kurdistanê de, hewlên xwe didomîne.

Li gor Peyvdarê Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm ragihand, Wezareta Çandinê berdewame li hewlên xwe yên piştgirîkirina berhemên navxweyî ya cotkarên Kurdistanê û bi vê mebestê jî, di demsala payîzê de hawirdekirina çend berheman qedexe dike an jî baca zêdetir dixe ser wan berheman.

Herwiha diyar kir: ‘‘Heta berhemên navxweyî hebe, heta demeke nediyar, rê nadin hawirdekirina beşeke zêdeyî fêkî û meyweyan û li gor pirkirina pêdiviyên navxweyî Wezareta Çandiniyê biryarê li ser berheman û hawirdekirin yan qedexekirina wan de dide.