Herêna: Heta niha 336 kes Îran û Kurdistanê hatine sehîdkirin

12 November 2022 17:57 0 dîtin
Herêna: Heta niha 336 kes Îran û Kurdistanê hatine sehîdkirin

PeyamaKurd – Navenda nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê (Hêrana) amarên herî dawî yên şehîdên serhildana Îran û Kurdistanê belav kir û got, heta niha 336 kes hatine şehîdkirin.

Li gor wê navenda mafê mirovî eşkere kir, di nav wê amarê de 50 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

Herwiha “Hêrana” destnîşan dike, heta niha 15094 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku tenê nasnameya 1,972 kesan ronî bûye.

Di berdewamiyê de “Hêrana” diyar kiriye, hejmara bajarên Îran û Kurdistanê yên ku serdhildan kirine 138 bajar in.

Herî dawî wê navendê gotiye, di 137 zanîngehan de, xwendekaran xwenîşandan kirine.