Hêro Mistefa wek balyoza nû ya Amerîkayê ye li Misrê
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka di platforma “X” ragihand, li Misrê Hêro Mistefa wek Balyoza nû ya Amerîkayê sûnd xwar.
Di heman agahdariyê de hatiye ragihandin ku Balyoza Amerîka dê rola xwe di pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Misrê de werbigire û dê hewlên xwe yên hevbeş ji bo bidestxistina aramî, ewlehî û xweşguzariyê li navçeyê bihêztir bike.
Hêro Mistefa Bajalan ji sala 2019an heta 2023an wek Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê û Cîgira Serokê Nûnertiya Amerîka li Balyozxaneya Amerîka ya li Lîzbon, Portugalê bû.
Hêro Mistefa di sala 2019an de, dema wergirtina postê Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê gotibû: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku wek Amerîkiyeke bi regeza Kurd wek Balyoz hatime namzedkirin.”
Hêro Mistefa Bajalan di sala 1973an de li Hewlêrê ji dayîk bûye û hêj ku 3 salî bûye ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye, li zanîngeha Georgetown a Washingtonê xwendiye û li zanîngeha Princeton a New Jersey mastera zanistên siyasî wergirtiye.
Koşka Spî diyar kiribû ku wan belgefîlmek li ser koçkirina malbata Hêro Mistefa Bacalan çêkiriye ku Hêro qehremana wî belgefîlmî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin