Heta niha li Kentucky 80 kes mirine, Joe Biden rewsa awarte pesend kir
PeyamaKurd – Di encama bager û bahoza li bajarê Bowling Green yê wilayeta Kentucky a Amerîkayê de, du roj in berdewam dike heta niha ji bilî ziyaneke mezin a madî 80 kesan can daye ku dibe hejmara mirinan zêdetir jî bibe.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser bobelata li Kentuckyê rewşa awarte pesend kir û ew bager wekî bagera herî mezin a li Amerîkayê çêbûye bi nav kir.
Joe Biden ragihand: “Min jî rewşa awarte pesend kir ku hakimê wilayeta Kentucky daxwaz kiribû. Ev jî hevkariya bilez a federalî ji bo wilayetê dabîn dike. Ez amade me ji bo wilayetên din jî heman tiştî bikim eger daxwaz bikin. Ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikim. Dibe ev yek ji mezintirîn bûyera bagerê be di dîroka welatê me de.”
Tê gotin ku tenê li wilayeta Kentucky zêdeyî 70 kesan can daye û piraniya wan karmendên kargeha çêkirina mûman bûne. Tîmên hawarçûnê hewl didin kesên winda bibînin.
Hakimê wilayetê jî piştî bobelatê rewşa awarte ragihandibû û dabû xuyakirin ku dibe hejmara mirinan 100 kesan derbas bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin