Hevalê nêzîk ê Erdogan: Stratejîya AKPê ya hilbijartinan sas e

06 March 2019 12:12 0 dîtin
Hevalê nêzîk ê Erdogan: Stratejîya AKPê ya hilbijartinan sas e

PeyamaKurd - Serkirdeyê Pariya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokê Meclisa Tirkiyê yê berê (TBMM) Bulent Arinç got, stratejîya AKPê ya hilbijartinan şaş e!

Li gorî medya Tirkiyê, serokê berê yê Parlementoya Tirkiyê (TBMM) Bulent Arinç, ku yek ji hevalên nêzîk ê serokê giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, di civînekê de ligel namzedê AKPê yê şaredariya Enqerê Mehmet Ozhasekî bi giştî siyaseta AKPê rexne kir û got Stratejîya AKPê ya hilbijartinan şaş e!

Li gorî zanyariyên, Bulent Arinç behsa stratejîya AKPê ya bi navê “pirsgirêka man û nemanê” kiriye û gotiye, kî dibêje Tirkiye bi pirsgirêka man û nemanê re rû bi rû ye?! Ev ji ku derket! Ev stratejîyeke şaş e.

Arinç dijberiya xwe ya li hember namzediya Mehmet Ozhasekî jî anî zimên û got, beriya ku namzedê Enqerê were diyarkirin min bi gelek kesan re hevdîtin pêkanîn. Ji 10 kesan 9an dixwest Wezîrê Berê yê Aboriyê Alî Babacan bibe namzed.

Serokkomarê Tirkiyê  Erdogan, ku di heman demê de serokê Giştî yê partiya Dadwerî û Geşêpêdanê ye, di hemû mîtîngên partiya xwe de dibêje, eger AKP bi ser nekeve “man û nema” a Tirkiyê dê bikeve metirsiyê!

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiyê 31ê adarê hilbijartinên herêmî têne kirin ango rêveberên herêmî yên weke şaredarên bajarên mezin, bajar û bajarokan, encumen û muxtaran dihên hilbijartin..