Hevdîtina Zarîf bi senatorê Amerîkî re bû sedema tewana wî

26 May 2019 01:32 0 dîtin
Hevdîtina Zarîf bi senatorê Amerîkî re bû sedema tewana wî

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf bi sedema ku bi senatorê Amerîkî re axifî, bû sedema ku ji aliyê hinek parlementer û siyasetmedarên Îranî de, bi tewana ku meyla wî li ser rojava ye, hat rexnekirin.

Parlementerê Îranî yê muhafazakar Azazî Melekî got tevî ku fermana Hamaney heye da ti kes bi Amerîka re muzakereyan neke, Zarîf hevdîtinê bi senatorê Amerîkî re kiriye û meyla wî li ser rojava ye. Li gor ajansa meclisa Îranê ICANA yê; Melekî gotiye hevdîtina Zarîf bi senatorê Amerîkî re îhlala fermanên Rehber Elî Hamane ye.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Seyyîd Abbas Musewî, li ser pirsa di mijarê de got ku ew senator di rêvebiriya Amerîka de nîne. Mûsewî weha dewam kir:

“Bo nîşandana siyaseta dewleta Îranê, bi endamên kongreyê re û siyasetmedarên di derveyê hukumeta Amerîkayê re, ev 20 roj zêdeye ku hevdîtin tên kirin. Ev kes desthilatê hukumeta Amerîkayê nînin û erka wan tine ye ku muzakereyan bikin. Maqamên Îranê bi wan re muzakereyan nekiriye û dê neke.”