Hevpeymaniya Navdewletî 1.2 milyon dolar alîkarî da HSDê
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de amûrên Covid-19ê ji bo HSDê dabîn kirin.
Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî di çarçova tevdîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, li Heseke û Şedadê bi nirxê 1.2 milyon dolarî pêdawîstî dabîn kirin. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, alavên bijîşkî dê alîkariyê xebatkarên li nexweşxaneyên Hesekê û Şedadê û herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) û hêzên Asayişê yên li ber kampên desteserkirinê bikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Cîgirê Birêveberê Peywendiyên Sivîl ê Hevpeymaniya leşkerî ya navdewletî ya dijî DAIŞê Kolonel Brian Henderson diyar kiriye, "Di vê deme de ku hevbeşên me seqamgiriya li herêmê pêk tînin, hevpeymanî dê piştgiriya xwe ji bo xebatên wan berdewam bike.”
“Ev hevbeşiya berdewam, ji bo peywira HSDê ya pêkanîna ewlekarî û seqamgiriyê li herêmê giring e”
Henderson tekez kiriye, “Ev hevbeşiya berdewam, ji çarçoveya pandemîk berfirehtir e û ji bo peywira HSDê ya pêkanîna ewlekarî û seqamgiriyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî giring e.”
Di nava alavan delepikên lateks û mask û herwiha amûrên nişteriyê, defibrilator, oksîjenpîv jî hene
Ew alavên xwepararstinê yên şexsî yên wek lepikên lateks û mask û herwiha amûrên nişteriyê, defibrilator, oksîjenpîv (alavên oksîenê dipîve) ji nexweşxane û tesîsên desteserkirinê yên li seranserê herêma Hesekê û Şedadêyê re hatine dabînkirin. Li gel wan, zirxên şexsî ji bo pasevanan hatine dabînkirin ku mask, mertal û çovên lêdanê di nav wan de ne.
Herwiha hatiye diyarkirin Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja 27ê Adarê ji bo Covid-19ê alîkariya mirovî û ya tenduristî ya bi qasî 16.8 milyon dolarî ragihand.
Hevpeymaniya Navdewletî tekez dike, alîkarî encama xebata hevbeş a Navenda Operasyonên Leşkerî-Sivîl a Dijî DAIŞê ya Rahênan, Fonkirin û Sazkirinê CJTF-OIR – Şedadê û Kordînasiyona û Navenda Operasyonên Leşkerî -HSDê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin