Hevpeymaniya Navdewletî li xwe mikur hat ku li Iraqê û Sûriyê...

27 July 2019 11:49 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî li xwe mikur hat ku li Iraqê û Sûriyê...

PeyamaKurd -  Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, di raporta xwe dawî de li xwe mikur hat ku hezar 321 kesên sivîl kuştiye.

Hêzên Hevpeyman ên Yekgirtî – Çareseriya Navxweyî (JTF-OIR) raporta xwe ya mehane belav kir.

Di raporta navhatî de Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike di raporta xwe dawî de li xwe mikur hat kul i Iraq û Sûriyê ‘bêhemdî xwe’ hezar 321 kes kuştiye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîkau pêşengiya wê dike, li xwe mikur hat ku ji Hezîrana 2014an û heya niha  hezar û 319 kesên sivîl kuştiye.