Hevpeymaniya Navdewletî: Me dronek li rojhilatê Sûriyê xist xwarê
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, balafireke bêfirokvan (drone) li rojhilatê Sûriyê xist xwarê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto diyar kir, balafireke Hevpeymanan, dronek li nêzîkî baregeha gundê Xedra yê li rojhilatê Sûriyê xist xwarê, piştî ku ew wek gef hate dîtin.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) meha borî piştî ku dîplomatkar û hêzên Amerîkî 3 caran bi rêya dronan hatin armanckirin eşkere kir, ew ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê dilgiran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin