Bo sêrê li dijî DAISê Hevpeymaniya Navdewletî wesayitên ser ên Bradley li Sûriyê bicîh dikin
PeyamaKurd – Ji bo li gel hêzên xwecîhî şerê li dijî DAIŞê berdewam bikin, Hevpeymaniya Navdewletî wê wesayitên şer ên Bradley li Sûriyê bicîh bikin.
Bi daxuyaniyekê Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, ku hîn jî metirsiya derketina DAIŞê maye û got, ew ê tankên xwe yên Bradley li Sûriyê bicîh bikin ji bo ku hêzên wan li navçeyê biparêze û ew ê li gel hevpeymanên xwe jî di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bin.
Li gor Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir, “Hêzên Erka Hevbeş a Hevgirtî – Operasyona Çareseriya Xwezayî (CJTF-OIR) bi alîkarî û navgîniya Hêzên Sûriya Demokratîk û hevkarên me yên li herêma Sûriyê, ji bo çareseriyek mayînde xebatên xwe yên têkbirina DAIŞê berdewam dikin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Tevî têkçûna herêmî ya DAIŞê, hilweşandina serkirdayetiya wê û redkirina îdeolojiya wê ya berfireh, ev komên Îslamî yên tundrew ku bi tundî tevdigerin li herêmê hîn jî metirsiyek mezin in. Heta ku di têkçûna DAIŞê de zextek mayînde neyê bikaranîn, ji nû ve derketin û bihêzbûna wê bêguman e.”
Hevpeymaniya Navdewletî eşkere dike, ku ew dê bi mebesta parastina hêzên hevbeş û têkbirina DAIŞê “plan dike mekanîzmayên xwe ku di nav de wesayîtên şer ên Bradley jî hene li herêma Sûriyê bicih bike ku parastina hêzên ewlehiyê misoger bike û tevgera wan biparêze.”
Her di wê daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Navdewletî tekez dike, “Em di pabendiya xwe de dilsoz dimînin ku ji hêla û bi rêya hevkarên xwe têkbirina DAIŞê ya mayînde misoger bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin