Hevseroka Rêxistina HDPê ya Bajêr a Qersê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê, Hevseroka Rêxistina HDPê ya Bajêr a Qersê Sevda Sûbaşi desteser kirin.
Polîsan serê sibê, girtin ser mala Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a Bajêr a Qersê Sevda Sûbaşi û piştî lêgerîna li malê, ew desteser kirin.
Sedema desteserkirina Sûbaşi nehat zanîn. Piştî desteserkirinê, polîsan ew birin Miduriyeta Polîsan a Qersê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin