Hevseroka TEV-DEMê bû berdevka propagandaya PKKê ya dijî PDKê!

06 April 2022 19:28 0 dîtin
Hevseroka TEV-DEMê bû berdevka propagandaya PKKê ya dijî PDKê!

PeyamaKurd – Di van rojên dawî de, pêleke nû ya propagandaya dijatiya PDKê û Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê û saziyên girêdayî wê ve hatiye destpêkirin.

Herwiha berpirsên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya bi ser PKKê ve jî bi awayekî eşkere berdevkiya wê siyaseta PKKê ya têkdana Herêma Kurdistanê dikin.

Li demeke ku tevî hewldanên Amerîkayê danûstandinên ji bo yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê rawestiyane de, hin berpirs û rayedarên Rojavayê Kurdistanê jî li şûna pirsgirêkên navxwe çareser bikin, ketina nav wê karwana dijatiya PDKê û têkdana Herêma Kurdistanê.

Ev demek e bi taybet jî piştî êrîşên Îranê yên eşkere bi ser Herêma Kurdistanê de, PKKê dest bi propagandayekê kiriye û dibêje, Tirkiye û PDKê li hev kirine daku êrîşeke mezin li ser wan bidin destpêkirin.

Li aliyê din jî êrîşên artêşa Tirkiyê jixwe ranewestiyane û li ser bingehên PKKê yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin û her kes dizane, Tirkiye PKKê dike hincet û ji bo êrîşên xwe pêdiviyê bi destûrê nabîne û fişarê li ser Herêma Kurdistanê jî çêdike.

Di demeke ku Iraq rûbirûyî qeyraneke siyasî bûye û tifaqa PDKê ya bi Sedir û hevpeymaniya Siyade ya Sûniyan re Îran hêrs kiriye de, ne tesaduf e ku PKKê jî ev pêla nû ya propagandayê daye destpêkirin.

Li aliyekî bi nûçeyên derew û dezenformasyonê medya û qelemşorên xwe bikar tîne û li aliyekî jî bi hêzên xwe yên wekî YBŞ li Şingalê ligel Heşda Şeibî ya girêdayî Îranê,  gefê li Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dixwin.

Êdî ev hemû ne bes in, bi ser Rojavayê Kurdistanê û ENKSê de jî dijayetiya xwe dewam dikin.

Hevseroka TEV-DEMê ku bi ser PYDê ve ye, Rûken Ehmed hevpeyvînek daye medya PKKê ANFê û tê de, dûrî berpirsiyarî û erka xwe propagandaya PKKê dike û ENKS û PDKê jî bi bûyer û planên nebûyî tohmetbar dike.

Hevseroka TEV-DEMê Rûken Ehmed bêyî ku wekî Kurdistan bi nav bike behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: “Rêxistinên mîna ENKS û PDK’ê tiştekî wan nemaye ku bidin civakê. ENKS xwedî wê hêzê nîne ku bandorê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, hêza wê ya birêxistinkirina civakê nîne. Li gorî daxwazên dijminê gelê Kurd tevdigere û bi vî rengî li nava gel propagandayê dike. Ji bo civakê bêbandor û bêîrade bike propagandayê dike. Bi dîtina me ji derve ve tê birêvebirin. Ji ber ku bingeheke ENKSê nîne ku karibe vê siyasetê bi tena serê xwe bike.

Rûken Ehmed behsa Kongreya Netewî ji bo Rojavayê Kurdistanê dike ku ne diyar e ji bo kîjan netew û miletan e. Ango ENKS û PDKê li derveyî dihêle, lê hemû gelên din jî tevlî wê kongreya ku dixwazin dike.

Ehmed diyar dike: “Bi taybetî weke TEV-DEMê pêwîstiya me li Rojava bi avakirina Kongreya Neteweyî heye. Kongreya neteweyî wê ne tenê gelê Kurd biparêze, di heman demê de wê bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji bo Rojhilata Navîn. Wê yekîtiya Ereban, Suryaniyan, Çerkezan, Tirkmenan û hemû gelan çêbike. Bi vê kongreyê re em ê konsepta li ser Rojhilata Navîn têk bibin. Bi vî rengî em ê dawî li hevkariya PDK-dewleta Tirk bînin.”

Helbet divê PDK û ENKS bersiva tohmet û tawanbariyên vê propagandayê ku bi dengekî bilind dikin, bidin.

Ji ber ku ew berpirsa li Rojavayê Kurdistanê heta dawiya hevpeyvînê dijatiyeke tund bi gotinên derveyî kurdperwerîyê di bin navê PKKê de dike û yekser li gorî propagandaya nû ya PKKê daye destpêkirin tevdigere.

Ev daxuyaniyên berpirsên Rojavayê Kurdistanê yên di bin banê PKKê de têne dayîn, wekî nîşaneya aciziya wan jî dikare were nirxandin ku di van çend salên rêveberiya xwe de, nekarîne di nav civakê de hezkirina Barzaniyê Nemir li Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin.

Rêveberiya ku bi rêbaz û îdeolojiya PKKê heta niha nekariye wê hêza civakî li Rojavayê Kurdistanê tune bike, niha jî bi ser Herêma Kurdistanê û PDKê de, dijayetî û propagandayên dezenformasyonê  dike.