Li Semsûrê bi tohmeta endamtî û propagandaya PKKê 39 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta `endamtî û propagandaya PKKê`, biryara girtina 39 kesan hat dayîn.
Di nava vê salê de, li sînorê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 61 kes bi tohmeta `endamtî û propagandaya PKKê` hatibûn desteserkirin û piştî birêveçûna proseya dadgehê, 39 ji wan hatin girtin û 18 jî bi merc hatin azadkirin.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Semsûrê ve hatine belavkirin, hîn du kes di bin çavan de ne û lêpirsîna li gel wan berdewam e.
Herwiha li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji wan 35 welatiyên bi tohmeta `alîkariya PKKê` hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê 16 ji wan hatin girtin û 19 kes jî hatin azadkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin